Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Dest bi Seredana Kenya û Etopya Dike


Serokê Amerîka Barack Obama jibo seredanake fermi, îro Pêncşemê ber bi Afrîqa ve rê dihere ku li Etopya û welatê bavê xwe Kenya hevdîtinan bike.

Serok roja Înê digiheje Kenya û li paytaxt Nairobi wê derê pişikdarî li hilcivîneke aborî ya navnetewî bike û dû re jî, wek yekemîn serokê Amerîka diçe Etopya.

Rêxistinên mafên mirovan seredana Serok Obama ya Etopya rexne dikin, jiber tepeserkirina hikûmetê ya cudabîrên sîyasî.

Obama derengîya Çarşemê li Qesra Spî Qanûna Mezinbûn û Derfetên Afrîqî (African Growth and Opportunity Act) îmza kir.

Wî got, tevî dijwarîyên pêş Afrîqa, ew parzemîn cîhekî dînamîk e û xwedîyê hin bazaran e ku pir zû mezin dibin.

Serok bi berdewamî got, potansîyala Afrîqa heye ku bibe navendeke nû ya derfetên aborî yên globalî.

XS
SM
MD
LG