Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama bo Kempeyna Hilbijartinê ya Biden 7,6 Mîlyon Dolar Kom Kir


Serokê Amerîka yê berê Barack Obama, bo kempeyna hilbijartinê ya Joe Biden pirtir ji 7,6 mîlyon dolar top kir.

Di kempeyna alîkarîyê de, ku bi pêşengîya Obama li dar ket, pirtir ji 175,000 kesan alîkarî dan.

‘’Bo welêt jinûva sererast û çêtir bike, ji dostê min yê hêja Joe Biden pirtir bawerîya min bi kesî tune ye.’’ Obama got.

Obama piştgirîya xwe ya bo Biden di meha Nîsanê de bi vîdeoyekê ragihandibû.

Ew her çiqas di pêşhilbijartinan de pir neaxifî jî piştî mirina George Floyd peyivî.

Demokrat dibêjin ku Obama bi popularîteya xwe dikare bi taybetî ji reşan û ji ciwanan bo Biden dengan kom bike.

Hilbijartina seroktîyê ya Amerîka dê di Mijdarê de çêbe û berbijarê Partîya Demokrat dê bi awayekî fermî di 17’ê Tebaxê de, piştî civîna li Milwaukee ya Wisconsin were ragihandin.

XS
SM
MD
LG