Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Bush Bê ku Nav Bidin Serok Trump Rexne Dikin


Serokê bere yên Amerîka Barack Obama û George W. Bush, rewşa siyasî ya Amerîka rexne kirin.

Obama bang li welatîyên Amerîka kir ku siyaseta ‘’parçebûn’’ û ‘’tirsê’’ nepejirînin.

Bush jî ''zext û zordarîyên li ser jîyana civakî'' rexne kir.

Her du serokên berê, rexneyên xwe li du cîhên cuda kirin û her duyan jî navê Trump negotin.

Obama dîyar kir ku Amerîka hin siyasetên ku niha tên meşandin rawestandibû û ew nikare siyasetên kevn yên parçebûnê bidomîne.

‘’Ew li 50 salên berê dinêrin. Niha em di sedsala 21’an de ne, ne ya 19’an’’ Obama got.

Bush jî da zanîn ku siyaseta Amerîka jiber teorîyên komplo û gotinên bêmane bêberevanî maye. Wî dîyar kir ku bi taybetî di nav ciwanan de piştgirîya bo demokrasîyê kêm bûye.

‘’Hin kes ji bîr dikin ku koçberîyê tim dînamîzm anîye Amerîka û wê diqulibînin ser çêbûna neteweperestîyê’’ Bush got.

Serokê Amerîka Donald Trump hîn bersîva rexneyan nedaye.

XS
SM
MD
LG