Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nêzî Malên Serokên Berê Clinton û Obama Paketên Gumanbar Hatin Dîtin


Medya Amerîkî radigihîne ku li nêzî malên serokên berê Bill Clinton û Barack Obama alaven peqînkar hatin dîtin.

New York Times radigihîne ku li nêzî mala Bill û Hillary Clinton ya li eyaleta New York cîhazeke bi guman hate dîtin, ku dişibe alava ku bi rêka postê ji karsazê mîlyoner George Soros re hatibû şandin.

Televîzyona NBC jî radigihîne ku ji Obama re jî paketeke bi heman awayî hatiye şandin li tê de alaveke peqînkar heye.

CNN jî ragihand ku ji navenda wê ya giştî re jî paketeke heman rengî hatiye rêkirin.

Karbidestên ewlekarî yên Amerîkî ragihand ku hemî paketên ku hatine şandin heman heman kopîyên hev in.

XS
SM
MD
LG