Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber E Obama Banga Parastina Mafên Mirovan Bike


Serokê berê yê Amerîka Barack Obama îro di salvegera 100'an ya dayikbûna Nelson Mandela de, axaftinekê li Afrîqaya Başûr bike.

Obama, li ber e di axaftina xwe de bang li cîhanê bike ku rêzê li mafên mirovan bigire û nirxên din yên bin êrîşan biparêze.

Herwiha çaverê ye ku Obama bi awayekî nerastexwe bersîva polîtîkayên Serokê Amerîka Donald Trump bide û bal bikşîne ser têkoşîna Maandela ya ser azadî, demokrasî, pirçandî û perwerdê.

Mandela têkoşîneke dirêj li dijî rejîma Apartheid dabû û 27 salan li zindanê mabû. Wî di sala 1994'an de, wek yekemîn serokê Reş yê Afrîkaya Başûr hatibû hilbijartin.

Mendela di 2013’an de koça dawî kiribû û ew li cîhê dayikbûna wî, Qunu hatibp binax kirin.

XS
SM
MD
LG