Serok Barack Oabama bi helkeftina Eyda Qurbanê peyamek weşand û cejna Misilmanên li Amerîka û li seranser cîhanê bimbarek kir.
“Di vê rojê de ku Mislilmanên seranser cîhanê û li Amerîka vê roja pîroz dikin, ez û Michelle jî bi daxwaza herî germ eyda hemî Misilmanan pîroz û bimbarek dikin,” Obama got.
Serok Obama got ku ew eyd li ser qurban, zekat û wekhevî ye û bi hezaran Misilmanên cîhanê tiştên xwe yên bi nirx li pey xwe dihêlin û bi kincên spî yên sade, gîş li pêş Xudê wek hev, diçin Mekke û Medînê.
Obama bi bîr xist ku ew eyd, herwiha jibo kesên hewcedar, dema dayîna xwarin, stargeh û alîkarîya saxlemîyê ye.
Wî bal kişand ser rewşa bi mîlyonan penaberên seranser cîhanê ku ji heval û hezkirîyên xwe veqetîne û bi dilên şikestî pêşwazîya vê eydê dikin.
“Em wek netew, bi pêgirî û bi dilekî paqij xêrhatina bîyanîyan dikin û ji rewşa wan penaberan û koçberan fem dikin ku ji welatên xwe yên qada şer revîne û bi hêvîya jîyeneke baştir welatên xwe terkandine.
Serok Obama di dawîya peyama xwe de got ku ew bi hêvî ye ku duayên hemê bawermendan qebûl bibin.