Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Bo Destpêbûna Ramazanê Mesajak Weşand


Serok Obama di fitara taybet ya sala borî de dipeyîve
Serok Obama di fitara taybet ya sala borî de dipeyîve

Serok Obama bi destpêbûna meha Ramazanê mesajek weşand û pîrozbahî li Misilmanên Amerîkî û yên li seranser cîhanê kir.

“Misilman her roja Ramazanê bi rojî û bi behnfirehî derbaz dikin û her şev bi duayên xwe spasdarîya xwe nîşan didin,” daxuyanîya Obama got.

Serok dîyar kir ku di vê mehê de divê bawerî, hezkirin, dilfirehî bi pêgirî, li hember dijwarî bi ser keve.

“Ramazan jibo 1.5 mîlyar Misilmanên cîhanê dema hizirkirin, rojîgirtin û pêgirbûnê ye. Ramazan herwiha deliveyek e jibo heval û hogiran û malbatan ku werin ba hev û pêgirîya xwe ya bo aştî, adalet, wekhevî û hezkirinê xurtir bikin.”

Serok Obama da zanîn ku ew bi mazuvanîya fitara Ramazanê serbilind e.

“Ez serbilind im ku di pênc salên borî de, min mêvandarîya fitarê li Qesra Spî kir û ez çaverê me ku îsal jî xêrhatina Amerîkîyên Misilman bikim ku civaka me bi xizmetên xwe rengîntir dikin.

Ez hêvîya meheke bi dilgeşî, aştî û tegiheştin ji Misilmanên li Amerîka û seranser cîhanê dixwazim.

Ser navê xwe û malbata xwe, Ramazana we bimbarek û pîroz be.

XS
SM
MD
LG