Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Soza Kiryarên Tolhildêr yên Dijî Rûsya Dide


Serokê Amerîka Barack Obama, jibo rola wê ya di hilbijartina seroktî ya Mijdarê de, soza tolhildanê ji Rûsya dide.

Serok Obama di hevpeyvîna ligel Radyoya Civakî ya Netewî (NPR) de ku îro Înê tê weşandin, got ku guman tune ku hikûmeteke hewil da bandora li ser encamên hilbijartinê bike.

“Bi nêrîna min, dema hikûmeteke bîyanî hewil dide bandor li ser rêwabûn û rastbûna hilbjartinên me bike, divê em hember wê gavan bavêjin. Emê di dem û cîhê me xwestî de, wiha bikin”

Obama da zanîn ku hin bersîvdana wan ya hember hikûmeta behskirî dikarin vekirî û eşkere bin û hinekên in jî bi awayên nepênî.

Lêpirsînên Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) û ya Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) dersxistibû ku tora kompîterê ya Komîteya Netewî ya Demokratîk û hesabên taybet yên e-maîlên John Podesta, şîretvanê berbijara Demokratîk Hillary Clinton, hatibûn heck kirin anku dizîn.

Obama di hevpeyvînê de navê ti dewletan dîyar nekir, tevî ku CIA di raporta xwe de behsa Rûsya dike ku armanca hewilên wê dewletê ew bû ku namzetê Komarî Donald Trump wek serok were hilbijartin.

CNN dibêje ku bi wan gotinên xwe, Obama nîşan dide ku di hefteyên dawî ya seroktîya xwe de, ewê hember Rûsya biryara kiryarên tolhildêr bide.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Obama û hevtayê wî yê Rûsî, di hilcivîna G20 ya meha Îlonê de mijara ewlehîya înternetî anku cybersecurity gotûbêj kiribûn. Karbidestên Amerîkî dibêjin Obama li wê derê qala bijareyên bersîvdana Amerîkî ji Putin re kir.

XS
SM
MD
LG