Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Piştî Gera Amerîkaya Latînî, Vedigere Washingtonê


Serokê Amerîka Barack Obama serdana xwe ya Amerîkaya Latîn qedand û îro Înê vedigere Washingtonê.

Obama çûbû Arjantîn û Kuba li paytaxta wî welatî Havana bi serokê Kuba Raul Castro re om bûbû.

Obama, hevjîna wî Michelle, du qîzên wê û xesîya wî îro bi firoka Air Force One ji Firîngeha Navnetewî ya Ezeiza ya li Buenos Aires ber bi Amerîka ve rê ketin.

Obama li Arjantînê gotibû ku Amerîka li hember xirabkarîyên serdema dîktatorîyê wî welatî de dereng nerazîbûn nîşan da, lê rêvebirîya wî bi vekirî û awayekî dirustane rûbirûyê kiryarên xirab yên wê demê bibe.

Serok Obama çûbû Kubayê û bûbû serokê yekê di nav 90 salên dawî de ku serdana wî welatî kiribû. Castro ji Obama û Kongresa Amerîkî xwestibû ku toleyên aborî yên ser Kubayê rakin.

XS
SM
MD
LG