Lînkên eksesibilîtî

Civata Senatoran Betalkirina Obamacare Careke Din Red Kir


Civata Senatoran bernivîsa betalkirina bîma saxlemîyê, ku wek Obamacare tê zanîn, careke din red kir.

Bernivîsa ku li şûna Obamacare planeke din pêşnîyaz dikir, dijî 49'an bi 51 deng hat red kirin.

Sê senatorên Komarî, John McCain, Susan Collins û Lisa Murkowski jî bernivîs red kir.

Rakirina Obamacare yek ji planên kempeyna Donald Trump bû.

Serok Trump li ser Twitterê got ku "3 Komarî û 48 Demokrat xeyalên gelê Amerîkî şikandin"

Obamacare di sala 2009'an de destpê kir û bo betalkirina wê, heta niha 54 car dengdan li dar ket.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG