Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Meksîko Serdana Harris Weke Qonaxek Nû Ya Peywendiyan Dibîne


Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador û cîgira serokê amerîkî Kamala Harris
Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador û cîgira serokê amerîkî Kamala Harris

Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador îro Çarşemê dîyar kir ku Meksîko bi Amerîka re, di qonaxek bi tevahî nû de ye, rojeke piştî ku cîgira serokê amerîkî Kamala Harris serdana paytext Meksîko City kir.

Lopez Obradar, Harris wek 'jineke awarte' bi nav kir û ragihand ku civînên ku her du welatan li hev kirine ku pêywendîyên aborî kûrtir bikin û bo baştirkirina şert û mercên li Amerîkaya Navîn veberhênanê bikin da ku sekinandina koçberiya neqanûn, "pir baş" bûn.

"Ew qonaxek bi tevahî nû ye," wî di civîneke rojnamevanî ya hikûmetê de ji rojnamevanan re got "Civînek wiha baş bû ku min jê wê re digot 'serok'."

Wezîrê karên derve Marcelo Ebrard da zanîn ku piştî serdana Harris ewê Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî yê Amerîka Alejandro Mayorkas jî di 14'ê Hezîranê de serdana Meksîko bike.

Ebrard got ku ewê di sernadana Mayorkas de, ewê bi Meksîko re bixebite da ku tedbîr û qedexeyên jiber pandemîya COVID-19'an yên li ser sînorê her du welatan yên parvekirî, werin rakirin.

Wî bi berdewamî destnîşan kir ku jiber ku tevahîya tedbîr û qedexeyan ewê di carekê de neyên rakirin, Amerîka û Meksîko dê bo jinûve vekirinê, hevrêziyê bikin, û danûstandinên bi Mayorkas re dê di 15'ê Hezîranê de bêne kirin.

Harris di dema seredana xwe de, bal kişand ku Washington daxwaz dike ku bo pêkanîna reformek nû ya kar ku armanc dike baştirkirina mafên karkeran bike, alikarîya Meksiko bike.

Sendîkayên bazirganî yên li Amerîka û Kanada dixwazin ku hikûmeta Meksîko mafên karkerên rêxistî baştir bike; mûçeyan zêde bike û teşwîqên jibo karên derveyî çavkanîya Meksîko kêm bike.

Lopez Obrador got ku jibo Meksîko pêdivî ye ku mûçeyan zêde bike da ku cûdahîya di navbera karkerên Amerîkî û hevalên wan yên Meksîkî de kêm bike, ku wek mînak sektora otomotîvê destnîşan kir.

XS
SM
MD
LG