Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Hevdîtana Duyan ya bi Ocalan re Çavdêr Çi Dibêjin?


Hevdîtina Şanda Îmralî û bi CHPê re
Hevdîtina Şanda Îmralî û bi CHPê re

Şanda Îmraliyê rojên borî duyemîn car çû Grava Îmraliyê û bi Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkir. Çavên gelek kesî li ser vê hevdîtinê bû ku dê Ocalan çi peyam dîyar bike.

Şanda Îmraliyê ya Partîya DEM'ê piştî hevdîtina li gel Ocalan di 23’ê Rêbendanê de daxuyanîyeke nivîskî ya ku ji 9 risteyan pêk hatîye weşand. Di hevokekê de hate gotin ku, “Xebatên Birêz Ocalan yên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên derbarê vê mijarê de bi dawî bibin, daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re bên ragihandin.”

Dema ev li ser rûpelên medya civakî ya DEM Partî hate weşandin, yekser bû sedema bertekan. Ji ber ku gel li bendê bû di daxûyanîyê de naveroka pêvajoyê were dîyarkirin û tiştê ku li gel Ocalan hatine gotûbêj kirin werin eşkerekirin.

Wek her kesî nivîskar Umît Firat jî li benda daxyuinaiyeke zelal û tije agahî bû. Firat, ji Dengê Amerîka re rahgihand ku dema wî ev daxuyanî dîtîye şaş maye.

“Belê, dema min ev daxuyanî dît pêşî hinekê rawestîyam. Dem dîyar kirinbûn paşê ev dem jî taxîr kirin. Min got, dîyare xetimîn e, dixwazin hin tişta rast bikin. Lê dema min ev daxuyanî dît a rastî ji min re gelek ecêb hat. Tiştê ku dîyar kirin, li pêşîya girtîgehan de jî anîbûn ziman. Di vê daxuyanîyê de tiştek tune ne, lê ev heye; rewş xirab nîne lê daxwazên Ocalan li gor wan nîne. Peyemeke geşbîn heye, lê di hin cîyan de daxwaz xetimîne. Li gor min an daxwazên dewletê an jî yên Qendîlê nayên cîbicîkirin.”

Firat, radigîhîne ku heke daxuyanî bi tevahî bihata dayin dibe ku dewlet têxista nav hin tengasîyan, ji ber vî jî pêkane ku dewletê nexwastîye.

Di nav medyaya Tirkî û Kurdî de li ser vê daxuyanîyê gelek rexne jî derketin pêş. Bêtir şîroveyên ku di rûpela medya civakî ya DEM Partî de hatin nivîsîn bal kişandin.

Yek ji van şîrovekaran bi navê “Rojenroza41” bikar anîye û nivîsa xwe wiha tomar kirîye: “Ev pêvajo herkesî, me hemûyan bi yektî û azadîy dê bide jiyandin. (!!!) De hadê bi xêr be.

“Seyhmus_kaya 1975” di şîroveya xwe de cî daye vê nivîsê: “Rayedarên birêz yên DEM Partî. Navê vê pêvajoyê çi ye? Şert û mercên vê peymanê çi ne? Destkeftin û tawîz dê çi bin? Ji kerema xwe re zutîrîn dem gel agahdar bikin.”

Rêvebira Navenda Lêkolînên Qada Sosyopolîtîk (SAMER) Yuksel Genç ji Dengê Amerîka re ragihand ku daxuyanîya yekemîn nexşeyeke rê nîşan dide, lê di ya duyemîn de tiştek nehat dîyarkirin.

“Ya rast di daxuyaniya ewil de nexşerêyek hebû, lê di derbarê tiştên ku li Îmraliyê hatin nîqaşkirin zêde agahî nehatibûn dayin. Ev daxuyanî vê carê gelek kurt hat kirin û di derbarê axaftinê de tiştek nabêje. Ya ku di vir de balê dikşîne ev e, dîyar e ku di hin mijaran de pêk nehatine, şert û mercên hevparîyê bi têra xwe nehatine afirandin. Dema min daxuyanî dît yekem tişt ev hate bîra min. Gelek fikar jî hene; Ocalan û tevgera siyasî ya Kurd wateyên cûda didin vê pêvajoyê.”

Hêjayî gotinê ye ku me xwast li gel rayedarên DEM Partî li ser vê daxuyanîyê û rexnên ku tên kirin biaxivin, lê ewan ragihandin ku rewşeke gelek hesas heye ji ber vê jî nexwastin ku qise bikin. Heta niha ji alîyê desthilatî û opozîsyona Tirkîyê ve jî di vî warî de ti daxûyanîyeke resmî nehatîye dayin.

Hevdîtina Duyan ya Ocalan.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:19 0:00
XS
SM
MD
LG