Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevgera Azadî Dibêje Nêzî 50 Endamên Wê di Meşa Silêmanî de Hatine Girtin


Tevgera Azadi
Tevgera Azadi

Berdevkê Tevgera Azadî ji Dengê Amerîka re ragihand ku di xwepêşandana îro Pêncşemê ya jibo azadîya Ocalan de li bajarê Silêmanîyê, nêzîkî 50 kes ji wan hevserokên Tevgera Azadî ji alîyê asayişa Silêmanîyê ve hatin girtin.

Wî got ku wan pêşwext derabrê meşê de hêzên ewlehîyê agehdar kirbûn, lê rê li wan hat girtin û endamên wan hatin girtin.

Berdevkê Tevgera Azadî Cuma Kerîm ji Dengê Amerîka re got: "Îro 15ê Sibatê roja plangêrîya girtin û radestkirina Abdullah Ocalan ya Tirkîyê, Komîteya Azadîya jibo Ocalan xwes xwepêşandekê rêk bixe, ji kolana Seholeke bo Bexşeyê Giştî, kesên beşdar hin endamên me û xelkê welatparêzbûn, lê asayîşê hejmarek zêde ji beşdaran desteser kirin.”

Berk herwiha got "Nêzîkî 50 kes hatine girtin ku di nav wan de hevserokên Tevgera Azadî, rewşenbîr, rojnamevan û kesên bê alî jî hene."

Dengê Amerîka têkilî bi Rêvebirê Ragihandina Sazîya Asayîşa Herêmê Selam Ebdulxaliq re danî.

Wî got: "Wan dixwest xwenîşandanê encam bidin, lê jiber ku cîyekî neguncayî bû hêzên ewlehîyê ew vegerandin û dibe ku hinek ji wan hatine girtin."

"Bi rastî jî wan destûrdayîna xwepêşandanê nebû. Ez bawer nakim ku ew demeke dirêj li cem hêzên asayîşê bimînin," Ebdulxaliq herwiha got.

Berdevkê Tevgera Azadî dîyar kir ku xwepêşandana wan sivîl û aştîyane bû û li gorî qanûnê destûrname ne pêwîste tenê agihdark irin tê xwestin."

Ev girtin di demekê de ye ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan roja Pêncşemê hişyarî da Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û ew bi piştgirîkirina "terorîzmê" tawanbar kir.

XS
SM
MD
LG