Lînkên eksesibilîtî

Îmaja Ocalan di Medya û Sîyaseta Tirkîyê de


Kurdên Dîyarbekirê di salvegera giritna Ocalan de li kolanan bûn
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, berî ku Pêvajoya Çareserîyê destpê bike, hem di medya Tirkiyê de, hem jî di sîyaseta wî welatî de wek “serokê terorê” an “kujerê zarokan” dihat nav kirin.

Lê, piştî ku Prosesa Aştîyê destpê kir, ev îmaja nebaş bi awayekî berbiçav, bi erênî tê guhertin û ew niha ji alîyê gelekan ve wek aqilmendek tê dîtin.

Parlamentera BDP'ê ya Dîyarbekirê, Nursel Aydogan di xwepêşandan Dîyarbekirê ya jibo “15'ê Sibatê” de amade bû û ji Dengê Amerîka re li ser guhertîna îmaja Ocalan ya di sîyasetê de şîrove kir.

Nursel Aydogan dibêje, "Ji deste dewletê bihata wê PKK û daxwaza azadîya gelê Kurd tune bikira, lê dewletê jî fêm kir ev pirsgirêk bi şer çareser nabe.

Xanim Aydogan bi berdewamî dibêje, her çiqas pir ji dilê dewletê nayê jî, jiber ku mîmarê vê pêvajoyê Ocalan e dewlet mecbure ku zimanê xwe jî bigûherîne.

Aydogan bi bîr tîne ku sedemeke din ya vê guhertinê ev e ku hêza Ocalan li ser PKK’ê û Kurdan pir heye.

XS
SM
MD
LG