Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Girtina Ocalan de li Amedê Xwepêşandan Hene


18’emîn salvegera girtina rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amedê bi daxuyanî û xwepêşandanek hat şermezar kirin.

Xwepêşandan ji alîye Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hat lidarxistin.

Nêzîkî du hezar kes li Meydana Batikentê kom bûn û li wir daxuyanîyek hat dayîn. Rêvebirên HDPê di daxuyanîyê de destnîşan kirin ku Ocalan bi raman û projeyên xwe dixwaze bingeha jîyaneke azad û hevpar ya gelen Rojhilata Navîn biafirîne.

“Hikûmetê bi destê hin çeteyan politiqayên qetlîamê yên wek DAIŞê niha li Bakurê Kurdistanê di dema qedexeyan de xistîye merîyetê û ciwanên Kurdan bi awayek hovane kuştin.”

Di dawîya daxuyanîyê de jî hat gotin hêza ku dikari vî şerî rawistîne, rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.

Parlamenter’a HDPê berê ya Batmanê Ayla Akat Ata jî di dema daxuyanîyê de axivî û balê da ser rol û mîsyona Ocalan.

“15 Şubatê ne rojek ji rêzê ye. Pêvajoya ku em tê de derbas dibin giringîya rojê derdixe ber çavan. Ew komplo jibo ku Kurdan bê statu bihêle û herwiha derbek li hember hevjîyana gelen Tirkîyê lêxe, hatiye kirin.

Akad herwiha bîr xist ku 15 Şubatê di heman deme de dewamîya sêdarekirina Şêx Seid û serhilana Dersimê ye.

Wê balê da ser qedexe û operasyonan berdewam û rexneyên tund li operasyonên hikûmetê re kirin.

“Bi navê hiqûq û ewlehîya li ser gel bêhiqûqîyek mezin tê kirin. Hêzên ewlekarîye li hember ewlehîya gel gefek mezin in.”

Piştî daxuyanîyê girseya ku li meydanê civî, ber bi Baglarê dest bi meşe kir, lê polîsan nehîşt û bi ava şîdyayî û gaza îsotê mudaxele kir.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:43 0:00

XS
SM
MD
LG