Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ocalan: Divê HDP bi Nîqaşên Rojane Nebe Amûrê Sîyasetê


Parêzerên Ocalan (Arşîv)

Nivîskarê rojnameya Sabahê Okan Muderrîsoglu roja Pêncşemê îdia kir ku Abdullah Ocalan bi rêya parêzeran peyam şandiye û xwestiye ku Kurd di hilbijartian Stenbolê de bêalî bimînin.

Piştî vê nivîsê, akademîsyenê Zanîngeha Munzurê, Alî Kemal Ozcan bi preskonferansek îdia kir ku ew roja Pêncşemê çûye Girava Îmrali û bi Ocalan re hevdîtinek pêk anîye.

"Ocalan nameyek bi awûqatan xwe re hinartiye û xwestiye ku HDP di hilbjartina Stenbolê de bêalî bimîne, lê parêzerên wî name belav nekiriye," Ozcan got.

Parêzerên Ocalan, piştî wan qewimandinan îro peyameke nivîski belav kir û ragihand ku Ocalan ji HDP’ê xwestiye ku nebe beşeke du tifaqên heyî.

"Di dema pêş de hem li nav Tirkîyê, hem li herêmê û hem jî li ser cîhanê pirsgirêk dê girantir bin. Jiber wê, parastina helwesta rêya sêyê girîng û watedar e. Têgiheştina tifaqa demokratîk ya ku di HDP’ê de cîh dibîne, divê bi nîqaşên rojane yên jibo hilbijartina heremî nebe amûrên alîyan. Giringîya tifaqa demokratîk, wateya wê ya dîrokî ew e ku xwe neke amurê nîqaşên di nav du alîyan de û heta niha çawa di hilbjartinan de bê alî maye, xeta xwe ya bêalîbûnê de bi îsrar be," Ocalan di nameya xwe de gotiye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Selahattîn Demîrtaş roja Sêşemê peyamek belav kiribû û ji piştgirên HDP’ê xwestibû ku piştevanîya berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bikin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî di bernameyeke zindî ya televîzyonê de gotibû ku di nav Ocalan û Demîrtaş de tekoşîna desthilatdarî heye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:46 0:00

XS
SM
MD
LG