Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ocalan Derbarê Grevên Birçîmayînê û Rojava Peyamên Girîng Dan Bîragiştî


Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan piştî heşt salan cara yekê bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî.

Parêzerên Ocalan ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarîbûn hevdîtinê pêk bînin, piştî serlêdana 810'an di 2'ê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmrali hevdîtin pêk anîn. Herwiha parêzeran bi sê girtîyên din yên ji doza PKK girtî ne, jî hevdîtin pêk anî.

Ocalan bi rêya parêzerên xwe daxuyanîyek da û got ku ew ji peyvajoyeke dîrokî derbaz dibin.

“Di vê pêvajoyê de pêdivî bi lihevhatineke kûr a civakî heye. Jibo me sîyaseta demokratîk û aştîya bi rûmet bingehîn e."

Parêzerên Buroya Hiquqê ya Asrinê li Stenbolê daxuyanîyek li ser hevditinê Ocalan dan.

Peyama Ocalan ji alîyê parêzera wî Newroz Uysal ve hate xwendin.

Uysal bal kişand ku ev peyama nivîsa Ocalan ne belgeyeke çareserî yan jî nivîseke lihevkirinê ye.

Di vê daxuyanîyê de du peyamên girîng derketin: girevên birçîbûnê yên berdewam û mesaja ser rewşa Rojavayê Kurdistanê.

Ocalan, “Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê ew negihînin asta ku rewşa wan a tendirustî bixe nava metirsîyê û rê li ber mirinê veke. Jibo me, tendirustîya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye.”

Herwiha di daxuyanîyê de hat gotin ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) pirsgirêkên li Sûrîyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekîtîya Sûrîyê de. bi perspektîfa demokrasîya xwecihî çareser bike. Di vê çarçoveyê de divê hesasîyetên Tirkîyê jî li pêş çavan werin dîtin.”

Omer Ocalan
Omer Ocalan

Parlamanterê HDP’ê Omer Ocalan ku birazayê Abdullah Ocalan e, ser vê hevdîtinê ji Dengê Amerîka re got ku hevdîtin mafê apê wî ye.

Ocalan dibêje ku ewê li pêşerojê binêrin ku çareserkirina pirsgirêka Kurd wê çawê bibe.

“Niha jibo pêşerojê ti tişt xuya nabe. Jiber ku niha rewşa Tirkîyê jî ne aram e, hem aborî hem sîyasî hem jî civakî krîzeke pir mezin tê dîtin ku sedema wê erîşa ser gelê Kurd e. Jibo çareserkirina vê pirsgirêkê sala 2013-2015’an de maseyek hatibû avakirin ev mase xirabû Tirkîye jî ket vê rewşê.”

MEB_05_06_2019_Ocalan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:13 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG