Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sînan Ogan Dibêje Ew Danûstandinên Ser Gera Duyê Didomînin


Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Ata Sînan Ogan ji New York Times re got ku ew sîyasetvanekî wisa ye ku dikare serketîyê gera duyê hilbijartinên serokomarîyê dîyar bike.

"Em niha hem bi Hevpeymanîya Netew hem jî bi Hevpeymanîya Gel re danûstandinê dikin û emê biryara xwe ya ser piştgirîyê di 19’ê Gulanê de ragihînin."

Bi gotina Ogan, 70 ji sedê hilbijêrên di gera yekê de deng dane wî dê di gera duyê de li gor piştgirîya wî tevbigerin.

Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinan di 28’ê Gulanê de here ser sindoqan.

Di gera duyê de li hember Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu heye.

Jêder: New York Times

XS
SM
MD
LG