Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Du Salan li Tirkîyê Rewşa Awarte bi Dawî Hat


Turkish President Tayyip Erdogan waves to supporters as he leaves his residence in Istanbul, Turkey, June 24, 2018.

Li Tirkîyê Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî hewila derbeya leşkerî ya 2016’an hatibû ragihandin, îro bi dawî hat.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berîya hilbjiratinê soz dabû ku ger ew bi ser kevin, ewê OHAL’ê bi dawî bikin.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul got ku rakirina OHAL’ê nayê wateya ku ew dest ji tekoşîna li dijî terore ber didin.

Gul da zanîn ku ji 2 hezar û 161 kes, bi sûcê ku di nav hewila derbeyê dê cîh girtine, li girtîgehê ne û li 2 hezar û 382 kesan cezayên cûrbicûr hatine birîn.

Hêjayî gotinê ye ku hem girtin hem ji kar avêtin ne tene li ser endamên rêxistina terorê ya Fetullah Gulen çêbûye. Di nav du salan de ligel hevserok û parlamenterên HDP'ê, 9 parlamenter girtî ne.

Di dema OHAL’ê de ji nav 94 ji 102 şaredarên HDP’ê, ji kar hatine dûrxistin û şûna wan hikûmetê karmendên xwe destnîşan kiribûn.

Di nav du salan de 36 caran Biryarnameyên bi Desthilata Qanûnê (KHK) hatin derxistin û bi wan biryaran ji 130 hezar zêdetir karmend ji kar hatin derxistin. Bi KHK’ya dawî ku du hefte berê hatibû dexistin, 18 hezar zêdetir karmend ji kar hatin qewitandin.

Bi dehan televîzyon, rojname, radyo, bi sedan komele, weqif, dibistan, zanîngeh di dema rewşa awarte de hatin girtin nû li gor rêxistinên ragihandinê, niha li Tirkîyê 150 rojnamevan girtî ne.

Îdîayên êşkence, rewşa xirab ya girtîgehan gelek caran di raporên mafê mirovan de cîh girtine.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00

XS
SM
MD
LG