Ofîsa Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku hêzên Rûs di rojên pêşî yên dagirkirina Ukrayna de herî kêm 441 kêm sîvîl kuştine.
OHCHR da zanîn ku li gelek bajaran kuştinên bê dadgeh, bê darizandin çêbûne ku ew dikarin bibin tawanên cengê.
Li gor OHCHR li Kîev, Çernihiv û Sumî dibe ku hejmara sîvîlên kuştî zêdetir be.
Rapora komîserîyê nîşan dide ku di nav kuştîyên sîvîl bi dehan zarok hene.
Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan Volker Turk got ku delîl bi awayekî xurt nîşan didin hin kuştin bi awayekî qestî çêbûne.
OHCHR, ku ji 102 gund û bajarokan delîl civandine, da zanîn ku heta 4’ê Berfanbarê kuştina sîvîlan wek 6,702 hatiye tomar kirin.
Rûsya heta niha îdia dike ku ew êrîşan nabe ser herêmên sîvîlan, lê Ukrayna dibêje ku di demên dawî de êrîşên ser binesazîyê zêde bûne û Moskow dixwaze bi qutkirina enerjîyê zivistana Ukraynîyan dijwartir bike.