Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Berevankarên Mafê Mirovan li Tirkîyê Bin Metirsîya Êşkence de Ne


Neteweyên Yekbûyî îro Înê ragihand ku rêvebira Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty) ya Tirkîyê Îdîl Eser û 11 berevankarên mafên mirovên ku vê heftê hatine girtin, di bin metirsîya êşkence de ne.

Berdevka Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Elizabeth Throssell li Cenevrê got ku ew bi awayekî kêyfî binçavkirin û girtina berevankarên mafên mirovan li Tirkîyê gelek xembar in.

"Em ditirsin ku berevankarên mafên mirovan yên Tirk û 2 hînkerên wan yên Alman û Swêdî niha di bin xeterîya mezin ya êşkence û reftarên din yên xirab in.

Raportorê NY yê derbarê êşkence, Nils Melzer ku di dawîya sala borî de çûbû Tirkîyê, di raporta xwe de dîyar kiribş ku êşkence bi awayekî berfireh, taybetî jî di dema desteserkirina pêşîn de, li Tirkîyê tê xebitandin.

Throssell raporta Melzer bi bîr anî û got ku ew yek xem û tirsa wan mezintir dike. “Wiha xuya dike ku hikûmeta Enqerê cîhanîna mafê raman û mafê rêxistinbûnê, di bin rewşa awarte de wek tawan qebûl kiriye,” Throssell got.

Îdîl Eser û kesên din yên, roja Çarşemê bi gumana endambûna rêxistineke terorîstî, li otleleke girava Buyukada ya başûrê Stenbolê hatibûn binçav kirin.

XS
SM
MD
LG