Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Berdewamîya Kirîza Îranê li ser Nirxên Petrolê

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew nûnerên Amerîkî Steve Witkoff û Jared Kushner naşîne Pakistanê ji bo danûstandinan ligel Îranê. Ji ber ku Tengava Hormuzê girtî ye û ev danûstandin çênebûn, buhayê petrolê zû bilind dibe. Lê, S&P 500 zêde nehat guhertin.

Pisporên Goldman Sachs û Citigroup dibêjin wê buhayê petrolê zêdetir bibe. Goldman texmîn dike ku di dawîya salê de buhayê bermîleke petrolê bighêje 90 dolaran. Sedem jî ew e ku çêkirin û firotina petrolê li Kendava Farisî dereng ketîye û heta dawîya meha Hezîranê wekî berê lê nayê.

Pispor hişyarîyê didin ku bilindbûna buhayê petrolê û kêmbûna wê metirsîdar e. Her roj 14.5 mîlyon bermîl petrol kêm tê çêkirin. Ji ber ku petrol kêm tê derxistin, ev rewş wê di bazirganîyê de bibe sedema krîz û pirsgirêkên pir mezin.

Banka Citigroup texmîna xwe guhert. Berê digot 95 dolar, lê niha dibêje dibe ku bermîla petrolê bibe 110 dolaran. Pisporên bankan bawer dikin ku Tengava Hormuzê heta dawîya meha Gulanê venabe. Eger ev rêya deryayê girtî bimîne, buhayê petrolê wê pir zêdetir bibe û krîzeke mezin çê bibe.

Buhayê petrola West Texas Intermediate 1% zêde bû û gihîşt ser 95 dolaran. Buhayê petrola Brent jî 1% bilind bû û gihîşt ser 106 dolaran.

Îro roja Duşemê, buhayê S&P 500 û Nasdaq 1% kêm bû. Dow Jones jî bi rêjeya 0.1%, anku 70 xal, kêm bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG