Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bihayên Borsaya Cihanê Bilind Dibin û Petrol Erzan Dibe

Busy trading floor at the New York Stock Exchange displaying global market data
Busy trading floor at the New York Stock Exchange displaying global market data

Bihayên borsayên cîhanî îro Pêncşemê dîsa bilind dibin, û nirxên petrolê bi berdewamî dadikevin, di demekê de ku weberhêner û bazirgan geşbîn in bi peyamên ku dibe Amerîka û Îran nêzîkî rêkeftinekê dibin bo bidawîanîna şer.

Nişandekên navneteweyî ber bi jor ve diçin, ku nişandekê Nikkei-225 a Japonê bi rêja 5,6% zêde bû.

Girêbestên pêşerojê yên borsaya Amerîkî ber bi bilindbûnê ve diçin, piştî nişendeka S&P 500 û Nasdaq roja Çarşemê bilind bû û bi rêjeya 0.2% zêde bû.

Herwiha Nasdaq bi rêjeya 0.1 % zêde bû û Dw Jonse bi rêja 0.3% zêde bû.

Bihayên petrola xav a Brent a navneteweyî di bin 100 dolarî de ji bo her bermîlekê dihatin firotin, û bihayên petrola xav a West Texas Intermediate ya Amerîkî bi rêja 4% kêm bû û daket bo 91 dolaran ji bo bermîlekê.

Dahatê Xezîneya Amerîka ji bo sêyemîn caran li pey hev dadikeve, ku niha ji berî destpêka şer bi bihayeke kêmtir tê firotin.

Serokê Amerîka Donald Trump doh Çarşemê di posteka Truth Social de got ku eger Îran li ser her tiştekê qayl be, wê demê dibe ku şer digel wê bidawî be û Tengava Hormuzê ya stratejîk hember hemî keştîyan vekirî be.

Eger rêkeftin pêk were, ew ê dawî li pevçûnekê bîne û mezintirîn astengîya enerjîyê di dîrokê de bi dawî bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG