Sitêrkê futbola Amerîkî O.J. Simpson, îro Pêncşemê di 76 salîya xwe de koça dawî kir.
Malbata Simpson îro li ser medyaya civakî ragihand ku ew piştî şerekî dirêj yê bi penceşêrê roja Çarşemê mir.
Simpson di sala 1995an de bi îdiaya kuştina hevjîna xwe ya berê hatibû darizandin, lê dû re hatibû pak kirin.
Wî pişt re di sala 2008an de jiber 12 bûyerên dizîya çekdarî û revandina 2 karsazên berhemên nirxdar yên sporî ji oteleke bajarê Las Vegasê hatibû girtin û bi 9 sal cezayê zindanê hatibû mehkûm kirin.
Simpson yek ji sporvanên herî serketî û hezkirî yên dawîya salên 1960 û 1970î bû û wî di Lîga Netewî ya Futbola Amerîkî (NFL) de di tîmên Buffalo Bills û San Francisco 49ers de lîstibû û dû re navê wî li Salona Navdarî ya Futbola Amerîkî ya Profosyonel hatîbû hatibû zêde kirin.
Simpson wek şîrovekarê spore xebitîbû û herwiha di rêze fîlmên bi navê "Naked Gun" jî wek aktor lîstibû û jimareke fîlmên reklamî de jî cîh girtibû.
Jêder: Reuters