Walîyê Oklahoma Kevin Stitt dîyar kir kir bi vîrusa korona ketiye.
Bi vî awayî li Amerîka cara pêşî walîyekî eyaletê bi vîrusa korona ket.
Stitt ji rojnamevanan ra da zanîn ku ew xwe baş hîs dike.
‘’Duh min testa vîrusa korona kir û encama wê pozîtît derket. Yê rast, ez xwe baş hîst dikim. Asemptomatîk im yan jî hinekî bêhal im’’ Stitt got.
Ew walîyê Komarî, di 20’ê Hezîranê de beşdarî mîtînga Serok Donald Trump ya li Tulsa ya Oklahoma bûbû.
Li dû mîtînga Trump li Tulsa 5200 kesên din bi vîrusa korona ketin.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku li Tulsa di çar hefteyên dawî de hejmara pêketîyên vîrusa korona 219 ji sedê zêde bûye.