Do roja Yekşemê li Qada Ulus ya Enqerê xwepêşandanek hate kirin û şerê Rûsya li Ukrayna hat şermezar kirin.
Di çalakîyê de keça Ukranî Ganna Balcim ji Dengê Amerîka re got ku divê gelê Tirkîyê vê pirsê li xwe bike, ewê hêla rastîyê bigire yan hêla berjewendî û bizirganîyê?
“Bila gelê Tirkîyê ji xwe vê pirsê bike; Rûsya dewleteke kujer e. Li vê derê wê bi kujer re berdewamîya bazirganîyê bikin an li kelîka mafdarîyê rawestin? Piştî mirinê emê hesab bidin xwedê û ewê ji me bipirse hun li gel rastîyê sekinîn an li gel dirav û bazirganîyê? Bila her kes vê pirsê li xwe bike.”
Bertekê Balcim yek jî li ser pisporên Tirkîyê bû. Balcim dîyar dike ku pisporên ku di televîyonê Tirkîyê de şîroveyan dikin pirê wan xelet in.
“Ez niha dixwazim bangî hemû gelê Tirkîyê bikim ku Rûsya êrîşî ser Ukrayna dike. Lê mixabîn gelê Tirkîyê ne di yek enîyê de ye. Qaşo hin pispor derdikevin dibêjin NATO’yê Rûsya sor kiriye û Rûsyayê jî êrîşî Ukraynayê kiriye. Ev nêrîn bi tevahî xelet in û vîna Ukraynayê tune dike. Ukrayna jixwe beşeke Ewrupa ye û her gav jî wisa bimîne.”
Welatîyên Ukraynî yên li Tirkîyê dîyar dikin ku heta welatê wan rizgar bibe ewê çalakîyên xwe bidomînin.