Lêkolîneke nû dîyar dike ku nexweşên penceşêra kolonê yên ku piştî niştegerîyê hîn jî di xwîna wan de hucreyên penceşêrê mane, bi karanîna rojane ya heba bi nave celecoxib, şansê saxmayîna xwe zêde bikin.
Di lêkolînek mezin de, nexweşên ku testên wan yên xwînê jibo DNA’ya tumorê (ctDNA) piştî niştegerîyê erenî derdiketin, bi gelemperî bi encamên xirabtir re rûbirû dimînin.
Lê pêyvajoya dermankirinê ya bi heba di bin navê Celebrex de ji hêla kompanîya Viatris tê firotin, dema saxmayîna nexweşan bêyî ku penceşêra wan dubare bibe, bi awayekî berçav dirêj dike, li gor daneyên ku di Sempozyûma Penceşêrên Gastrointestinal ya Civata Onkolojiya Klînîkî ya Amerîkî de, li San Francisco hatine pêşkêş kirin.
Di lêkolîna ku niha didome de, tevahîya 2,526 nexweşên bi penceşêra kolonê û girêkên lenfê hatin niştergerî kirin û di navbera sê-şeş mehan kemoterapî wergirtin.
Nexweşan sê salan jî benavber her roj heba celecoxib yan jî rojane pleseboyek (heb yan dermanek bê zarar ku ji bandorek fîzyolojîkî bêtir jibo derûnîya nexweşan tê kar anîn) xwarin.
Digel ku xuya nedikir ku celecoxib pêşî li dûbarebûna penceşêrê digire, di lêkolînek vê dawîyê de, zanistan dîtin ku di nexweşên bi penceşêrê de, ev derman bi awayekî girîng saxmayîna bê nexweşîyê çêtir dike û herwiha dema heya dubarebûna penceşêrê jî dirêj dike.
Wan her weha dît ku di % 61 ji koma celecoxib û di % 77 ji koma placebo de dûbarebûna penceşêrê çêbûye.
Piştî şopandina şeş salan û hesibandina faktorên xeterîya kesane ya nexweşan, dubarebûna penceşêrê bi xwarina rojane ya celecoxib, ji ya bi xwarina dermanê placebo % 37 kêmtir kêm bû.
Ev yek ji wan lêkolînên yekem e ku destnîşan dike ku rewşa ctDNA di warê hilbijartina nexweşên ku çêtir bersivê didin dermanek karanîna pêşdîtinê heye.
“Ev vedîtinan wê jibo nexweşên bi pênceşêra kolonê ya qonaxên destpêkê de, jibo pêşxistina nêzîkatîyek kesane ya di dermankirinê de bibe alîkar,” Dr.Jeffrey Meyerhardt ku di lêkolînê de jî xebitîye, di daxuyanîyekê de got.
Raporek ku roja Pêncşemê di kovara Nature de hate weşandin destnîşan dike ku bi piştrastbûna encamên lêkolînên bi wî awayî, dibe rojek pêkan be ku dermanên pirtir ezan berdest bin.
Di dermankirina niha de, ku wek CAR-T tê zanîn, şaneyên xweparastinê yên kesê nexweş têne derxistin guhertin, da ku êrîşî şaneyên penceşêrê bikin.
Van hucreyên T ji xwînê têne derxistin, bi genetîkî têne guhertin da ku dijî penceşêra kesane şer bikin, û piştre jinûve di nexweş de têne bi cîh kirinİ pêyvajoyek e ku biha û wext digire ye.
Karanîna şaneyên CAR-T yên ne-şexsî, yan alojenîk yên erzan, jiber ku pergala berevanîya nexweş wan red dike, heya niha pêkan nebûye.
Jibo parastina şaneyên CAR-T alojenîk ji êrîşên şaneyên parastinê yên nexweşan ve, lêkolînerên li Navenda Penceşêrê Memorial Sloan Kettering li New Yorkê, li ser vîrusên ku pêş ketine lêkolîn kirin û dîtin ku proteînên wan vîrusan hene ku ji wan re dibe alîkar ku ji êrîşek wiha xilas bibin.
Yek proteînek wiha, ya bi navê HIV Nef, dibe alîkar ku şaneyên bi HIV’ê ji pergala berevanîyê werin dûr xistin.
Di testên ser mişkan de, HIV nef ku li şaneyên CAR-T alojenîk hatin zêde kirin, bi rêkên pirjimar dibin alîkar ku şaneyên CAR-T ku ji pergala berevanîyê birevîn û erka bidomînin.
“Lêkolîna me prensîbên serekî destnîşan dike ku endezyarîya şaneya CAR-T alojenîk agahdar dikin,” lêkolîneran got.
Li gor raporek di kovara Science Advances de, zanyarên ku mîkroplastîkên ku di laşê mişkan de rasterast di demê de dimeşin dişopandin, dîtine ku ew di dawiyê de di nav damarên xwînê yên di mêjî de bi cîh dibin.
Ne dîyar e ka xitimandinên wiha di mirovan de çêdibin yan na, lê di mişkan de plastîkên di damarên mêjî de li ser tevgerên wan bi bandor bûn, lêkolîneran got.
Lekolîneran ava ku bi qalên floresentî yên polystyrene dan mişkan, ku bi gelemperî di çêkirina alavan, pakekkirin û pêlîstokan de tê bikar anîn.
Wan teknîkek wênekêşana floransê bikar anîn ku mejiyê mişkê bi kamerayek hatiye bi cîh kirin, temaşe bikin.
Lêkolîneran tespît kirin ku şaneyên parastinê yên wek neutrofîl û fagocytes têne zanîn, parçeyên plastîk yên biriqandî dixwarin û ji nav damarên xwînê re derbazî mêjî dibûn, li wir ew di damarên xwînê yên piçûk de asê diman.
Lêkolîneran bal kişand ku mişkên ku di mejîyan wan de girêkên plastîk hene, li gor mişkên kontrolê, hêdîtir dimeşin, û peywirên zanînê kêmtir bi bandor pêk tînin.
Di dawîya dema lêkolîna ya çar hefteyan de, piranîya girêkan helyan û tevger vegerîya normalê.
Mirov û mişk xwedî pergalên parastinê, pergalên koagulasyonê, û pergalên gera xwînê yên dil û damar û mêjî yên cuda ne, loma vedîtin jibo mirovan rasterast ne derbazdar in, lêkolîneran destnîşan kirin.
Lê wan bal kişandin ku hin - wek mirovên ku dîroka wan ya krîza dil yan felcê heye, û yên rûbirûyê qelewbûn û damarên xwînê yên girtî ne, dibe ku hember girêkên plastîk yên di damarên xwînê de di metirsîyê de bin.
Lêkolîner jibo zêdetir lêkolînên li ser bandorên astengker yên mîkroplastîk yên di mirovan de bang dikin.
Jêder: Reuters