Xanima Yekê ya Ukrayna Olena Zelenska îro Sêşemê li ser navê gelê Ukraynî, xelata mafê mirovan wergirt ku jibo şerê wê yê dijî dagirkerîya Rûsya tê dayîn.
Binyada Bîranîna Qurbanîyên Komunîzmê (Victims of Communism Memorial Foundation) gelê Ukraynî hêjayî Xelata Mafê Mirovan ya Rikeber dît, pêşkêşî Zelenska kur jibo seredanekê li Washingtonê ye.
“Jibo min serbilindî ye ku li virê amade bim û vê xelatî li ser navê hemî jin û mêrên Ukraynî ku dijî êrîşkarîya Rûsan şer dikin, qebûl bikim,” Zelenska bi rêka wergerekî got.
Zelenska li Qesira Sipî herwiha bi Xanima Yekê ya Amerîkî Jill biden re jî hevdîtinek kir û di şerê Ukrayna ya dijî Rûsya û bona parastina demokrasîyê de berdewamîya piştgirîya Amerîka xwest.
Li ber e, Zelenska roja Çarşemê ji endamên Kongresa Amerîkî re axaftinekê bike û ser rewşa Ukrayna agahîyên dawî bide wan.