Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteya Olîmpîyatê Rûsya û Belarûsê Venaxwîne Lîstinan


Serokê Komîteya Navneteweyî ya Olîmpîyatê (IOC) Thomas Bach îro Çarşemê bi awayekî banga beşdarîya li olîmpîyatan kir.

Bach ji seranserê cîhanê 203 dewlet vexwendin olîmpîyatan.

Rûsya û Belarûs ne di nav dewletên vexwendî de ne.

Di rojên borî de, Bach gotibû ku ewê Rûsya ya Ukrayna dagirkirî, û hevbenda wê ya nêz venexwînin olîmpîyatan.

IOC dîyar dike ku sporvanên Rûsî û Belarûsî li olîmpîyatên 2024’an de bi şertê ku bê alî bin dikarin bilîzîn.

Berî biryara IOC'ê karbidestên Ukrayna gotibûn ku jiber dagikerîya Rûsya bi sedan werzişvanên hatine kuştin û bi sedan navendên werzişê jî wêran bûne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG