Lînkên eksesibilîtî

Olympiya Beşdarbûna Rûsya Qedexe Dike


London Olympics

Saziya Navnetewî ya Olympiya beşdarîya Rûsya di hevirkiya zivistana 2018an ya li Pyeongchang li Koreya Başûr qedexe dike û nahêle ew beşdar bibe.

Biryara beşdarî nekirina Rûsya di dewra Olympiyê de wî çaxî hat dan, piştî komîta karîger ya rêvebiriya IOP li Swîsre civîn encamda û beşdarîya Rûsya di hevrikiya Olympiyê de jiber ku werzişvanên Rûs di Olympiya sala 2014an de li Sochi "Doping" bikar anî bûn, ango derziyên çalakbûnê li xwە dabûn, îcar nahêle beşdarîyê di dewra 2018an de bike.

Rûsya hertim îdî'ayên komîta IOP red kirine û gotiye ne raste wan derziyên çalakbûnê dabin wezişvanan xwe.

Komîta Olympiyê şiya bû 11 Mîdaliyên Rûsya yên dewra 2014an de li Sochi paşde vegerîne û qedexa heta hetayê danî ser beşdarûna zêdetir ji 20 werzişvanên Rûs ku êdî nabe ew beşdarî çalakiyên Olympiyê bibin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG