Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Olîmpîyatên Beijingê bî Dîplomatîkî Boykot Dike


Rêveberîya Biden ragihand ku ewê Olîmpîyatên Zivistanê ya Beijingê ya 2022ê boykot bike.

Berdevka Qesra Sipî, Jen Psaki roja Duşemê ji rojnamevanan re got ku jiber jenosîda Çînê li dijî mirovahîyê li Sîncanê û binpêkirina mafên mirov yên din, rêvebirîya Amerîkî wê nûnerên fermî û yan dîplomatîk neşîne Lîstokên Zivistanê.

“Sporvanênên Amerîkî wê piştgirîya me bistînin, emê % 100 piştevanîya wan ji welêt bikin, lê em tev li Olîmpîyatan nabin,” Psaki got.

Boykota diplomatîk tê wê wateyê ku tu karbidestên Amerîkî wê tev li çalakîyên Olîmpîyatên Beijingê nebin, lê tîma Amerîkî wê beşdarîya lîstokan bibe.

Serokê Amerîka Joe Biden meha borî gotibû ku ew jiber rexneyên li dijî Çînê yên binpêkirina mafên mirovan hizra boykoteke diplomatîk dike, ku di nav de zindankirina Misilmanên Uygur li eyalata Sîncan û herwiha tepeserkirina hezên demokrasîyê li Hong Kong heye.

XS
SM
MD
LG