Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyên Cîhanê Diçin Omanê ji bo Kombûna li gel Sultanê Welêt ê Nû


Sultan Heysem bin Tariq el-Seîd
Sultan Heysem bin Tariq el-Seîd

Serkirdeyên cîhanê îro yekşemê çûne welatê Omanê ji bo kombûna li gel sultanê wê yê nû, piştî rojekê ji mirina sultanê welêt ê bo demeke dirêj Sultan Qabûs bin Seîd.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û mîr Charles di nav wan serkirdeyan de bûn ku gihştin Mesqet a paytex ji bo kombûna li gel sultan Heysem bin Tariq el-Seîd.

Emîrê Kuweytê Şêx Sebah Ehmed el-Sebah, emîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed el-Tanî, şahê Behrên Hemed bin Îsa Al Xelîfe û serokê hikûmeta Yemenê Ebid Rebo Mensûr Hadî, di nav serdaneran de bûn.

Sultan Heysem wezîrê rewşenbîrî bû berî ku cihê sultan Qabûs bigre.

Sultan Qabûs, ku li Rojhilata Navîn yê herî bêhtir li ser desthilatê mayî bû, doh di temenê 79 an de koça dawî kir bê ku nexweşiya wî bê ragihandin.

Sultan Heysem ê 66 salî, soz daye ku li şopa sultan Qabûs bimeşe û piştgiriya aştî û diyalogê li Rojhilata Navîn bike.

Oman roleke navînciyatî di navbera Îranê û Amerîka de dilîze.

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, ew jî îro gihîşte Mesqetê ji bo kombûna li ghe sultan Heysem.

XS
SM
MD
LG