Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje ku Alîkarê Ebû Omer Şîşanî, El Bara Hat Desteser Kirin


Ebû Omer Şîşanî û endamên DAIŞ'ê (Arşîv)
Ebû Omer Şîşanî û endamên DAIŞ'ê (Arşîv)

Sazîya îstixbaratî ya Ukrayna (SBU) îro Înê ragihand ku wê El Bara Şîşanî, alîkarê Ebû Omer el-Şîşanî desteser kiriye, piştî ku wî bi qaçaxî hatiye wî welatî.

SBU ragihgand ku El Bara Şîşanî, ku hemwelatîyê Gurcistanê ye, bi operasyoneke hevbeş ya wê, Wezareta Navxweyî ya Gurcistanê û Ajansa Îstixbaratî ya Navendî ya Amerîkî (CIA) hate desteser kirin.

Berdevika sazîya ewlekarîya dewleta Gurcistanê, Vika Klimicheva jî piştrast kir ku El Bara, ku navê wî yê rastîn Cezar Tokhosashvili ye, li Ukrayna desteserkirî ye.

Wezareta Berevanî ya Amerîka, Pentagonê El Bara wek wazîrê darayî ya Dewleta Îslamî bi nav kiribû.

Ew di sala 2015’an de tev li Dewleta Îslamî bûbû û yek jî alîkarên Omer el-Şîşanî bû ku du 2016’an de di şer de hatibû kuştin.

El Bara, piştî kuştina Omer Şîşanî ji Sûrîyê derbazî Tirkîyê bû û ji wire jî çû Ukrayna ku kiryarên Dewleta Îslamî kordîne bike, daxuyanîya SBU got.

XS
SM
MD
LG