Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Omer Ocalan Behsa Hevdîtina Abdullah Ocalan Dike


Omer Ocalan

Mehmet Ocalan 11 Rêbendan 2019 li gel Abdullah Ocalan hevdîtinek çêkir.

Du sal û şeş meh bû ku li gel Abdullah Ocalan hevdîtin nedihat çêkirin. Birayê wî Mehmet Ocalan piştî ku hevdîtin çêkir agahî da û got tendûristîya Abdullah Ocalan baş e.

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hevdîtinê twîtek avêt û di twîtê de wiha nivîsî:

“Bi birêz Abdullah Ocalan re birayê wî Mehmet Ocalan ev roj hevdîtinek çêkir. Tendûrîstîya birêz Ocalan baş e. Piştî demekê emê agahîyên berfirehî bidin.”

Ser vê hevdîtînê xwarzîyê Abdullah Ocalan û parlamenterê HDP yê Rihayê Omer Ocalan daxûyanîyeke taybet da dengê Amêrîka. Omer Ocalan dîyar dike ku dewletê gazî birayê wî Mehmet Ocalan kirîye û birayê wî jî çûye hevdîtinê.

Omer Ocalan ser vê hevdîtinê wiha dibêje:

“Birayê Birêz Ocalan, Mehmet Ocalan ev roj hevdîtinek çêkir. Ana tendûristîya wî baş e. Ev hevdîtin lazime ku her hefte bê çêkirin; ev mafekî mirovîye. Li ser Leyla Gûven çi hatîye gotin di demên pêş de ser vê hevdîtinê dê malûmatên berfireh bên dayîn.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00

XS
SM
MD
LG