Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Li Amerîka 800 Firînên Nû jiber Omicron Hatine Betal Kirin


Malpera FlightAware.com îro Duşemê ragihand ku jiber cureya omicron ya COVID-19 nêzî 800 firînên nû yên seranserî Amerîka hatine betal kirin û bi hezaran rêwî asê man.

Di nava çend rojên borî ya Cejna Krîstmisê de, ku jibo Amerîkîyan demeke dagirtî ya rêwîtîyê ye, pirtir ji 3,000 firîn hatibûn betal kirin.

Kompanîyên firînê yên Amerîkî radigihînin ku jiber nexweşketina xebatkarên wan ew neçar dimînin ku firînan betal bikin û herwiha hewayê xirab jî dibe sedem ku hîn firîn pêk neyên.

Kompanîya Southwest Airlines got ku 50 ji 3,600 fîrînên îro jiber hewayê xirab hatine betal kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG