Piştî ku dadgeha Duhokê ji ber posteke Facebookê, roja Pêncşemê 6 meh zîndan li Omîd Beroşkî birî, parêzerê wî dibêje ku cezayê 6 mehan dê bibe salek.
Li ser girtina Beroşkî û zêdekirina cezayê wî, birayê wî bi tundî biryara dadgehê rexne kir û got ku birayê wî bê tawan e û ew bi neheqî hat ceza kirin.
Îro Pêncşemê, dadgeha Tawanan ya Duhokê piştî du caran cezakirinê bi tohmeta ku di posteke Facebookê de heqaret li girtîgeha çaksazîyê ya Zirka kiriye, 6 mehên din ceza dane çalakvanê Badînan Omîd Beroşkî.
“Omîd li gor xala 2 ya yasaya pêwendîyan bi 6 meh zîndan hat ceza kirin. Ceza ne tenê 6 meh in, lê belê dibe salek," Parêzerê doza Beroşkî, Remezan Ertisî ji Dengê Amerîka re got.
Beroşkî di 23'ê Çileya 2024'ê li ser rûpela xwe ya Facebookê derbarê girtîyekî bi navê Mela Nezir ku çalakvanek din yê Badînan e, belav kiribû û gotibû ku "Mela Nezir ji alîyê hêzeke zindana Zirka ve hatiye revandin, lê ew êdî ne li girtîgehê ye û çarenivîsa wî ne dîyar e".
Dengê Amerîka pêwendî bi rêvebirê qanûnî yê zîndana Zirka li Duhokê Beşar Zêbarî re kir. "Omîd li ser gilîya me hat girtin jiber ku gotarek nerast belav kir," rêvebirê zindanê got.
Çend roj berî girtinê, Omîd ji Dengê Amerîka re gotibû ku ew di bin metirsîya girtin de ye. "Min karê rojnamevanî li ser girtîyekî Badînan li Zindana Çaksazîyê ya Zirka ya Duhokê kiribû. Du caran hatim binçav kirin û dadgeh kirin, lê rûniştina dawî 30'ê vê mehê dê were kirin."
Birayê Omîd, Mahir Beroşkî got ku Omîd bê sûc e. "Birayê min bê guneh e û tiştekî li ser wî tuneye, dadgehê biryarek neheq ser birayê min daye,” wî ji Dengê Amerîka re got.
Omîd Beroşkî, yek çalakvanê Badînan e, roja 18 Tebaxa 2020'ê bi tometa gefxwarin li ewlehîya netewî hatibû girtin û di 22yê Sibata 2022yan de hatibû azad kirin.
Hêayî bîrxistinê ye ku Beroşkî çend carên din jî hatibû bang kirin û bo demên kurt hatibû girtin, paşê bi kefalet hatibû berdan.