Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

OPCW Ser Êrîşên Gutaya Rojhilat Vekolîna Çekên Kîmyayî Dike


Jêderên dîplomatîk ji Reuter’ê re ragihand ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) roja Yekşemê li Gutaya Rojhilat dest bi vekolîna êrîşan kirine.

Karbidestên saxlemîyê yên li Gutaya Rojhilat dîyar dikin ku li ser hin birîndarên êrîşan nîşanan gaza klorê hene.

OPCW da zanîn ku ew li ser îdiayên medya û jêderên din yên saxlem vekolînan dikin. Jiber kêşeyên ewleheyî karbidestên OPCW’ê dê neçin herêma Gutaya Rojhilat, lê dê delîlan, axaftinan dîdaran bidin ser hevdu û bi pisporan re analiz bikin.

Rêberên Amerîka, Brîtanya û Fransa dîyar kiribû ku eger îspat bibe ku Artêşa Sûrîyê çekên kîmyayî bikar tîne ewê piştgirîyê bidin êrîşên dijî rêvebirîya Şamê.

XS
SM
MD
LG