Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollanda: Rûsya Xwest Êrîş Bibe Ser Malpera OKCW


Hollanda îro Rûsya bi jimareke êrîşên ser înternetê tawanbar dike ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OKCW) jî yek ji wan armancan e.

Karbidestên Hollandî ragihand ku wan di meha Nîsanê de 4 endamên îstixbarata leşkerî yên Rûsî, li nêzî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî bi alavên sixûrî desteser kirin û dû re ew dersînor kirin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî vekolîna jahrkirina sixûrê berê yê Rûsî li Rûsya bi rê ve dibir. Moskow red dike ku ti peywendîya wê bi jahrkirina Sergei Skripal heye.

Heta niha karbidestên Holandî eşkere nekiriye ku peywendîya êrîşa înternetî bi vekolîna derbarê Skripal heye yan ne.

Brîtanya û Australya jî Rûsya bi êrîşên înternetî tawanbar dikin û dibêjin ku sixûrên wê dijî Ajansa Dijî-Dopîngê ya Cîhanê (World Anti-Doping Agency) û hilbijartina seroktîya Amerîka ya 2016’an êrîş pêk anîne.

XS
SM
MD
LG