Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hirorî: Jiber Şerê Pirtir ji 360 Gundên Duhokê Hatine Vala Kirin


Serokê komîteya pêşmerge li Parlamentoya Herêma Kurdistana Îraqê, Reving Hirorî eşkere kir ku di nava 5 rojên derbasbûyî de 46 top li derdorê gundê Hirorê yê ser bi devera Berwarî Bala ketin.

Hirorî da zanîn ku di encama wan êrîşan de zararên madî çê bûne û şer li deverên Nêrwe û Rêkan, Dêrelok, Şêladize û Sîrîyê berdewam dikin.

"Tirkîyê leşkerên xwe li Girê Korejar û girên wê bi cîh kirine û jibo parastina xwe rojane deverên derdora xwe topbaran dikin," Hirorî derbarê şer û pevçûnên di navbera şervanên PKK û artêşa Tirkîyê de li ser axa Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re got.

Rêving Hirorî
Rêving Hirorî

Wî bi berdewam got ku ew yek jî bandoreke mezin li psîkolojîya gelê wan deveran kiriye jiber ku her roj mirov wan bûyerên bombebaran û derketina dûmanê bi çavên xwe dibînin.

Derbarê hejmara gundên ku jiber şerê di navbera artêşa Tirk û şervanên PKKê de wêranbûne, Hirorî got ku zêdetir ji 360 gund li sînorê parêzgeha Duhokê jiber şer wêran bûne.

"Tenê li Amêdîyê nêzîkî 197 gund hatine paqij kirin û deverên ku niha şer lê hene 127 gund di nav wan de gundên herêma Nêrwe û Rêkan, herêma Doskî Jorîyan û evera Nihêlê jî hene. Li wan gundan mizgeft, dêr, dibistan, cîhên arkeolojîk û kaniyên avê hene, lewma vî şerî karesat bi xwe re anî."

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00

XS
SM
MD
LG