Li gorî medyaya xwecihî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dohi roja Şemiyê ragihandîye ku Tirkiyê rê nade firokeyên sivîl û leşkerî yên Rûsyayê ku ser Tirkîyê ra ber bi Sûriyê ve bifirin.
Ev daxuyanî heta nûke yek ji bersivên herî bihêz e ji aliyê Tirkiyê ve li hember êrîşa leşkerî ya Rûsyayê ya du mehan li ser Ukraynayê.
Herçend Tirkîye endamê hevalbendiya berevaniyê ya NATOyê ye jî, wê pêwendiyên nêzîk digel Moskowayê çêkirine.
Medyaya Tirkîyê li ser zarê Çawîşoglu got: "Me rêyên esmanî bo firokeyên leşkerî yên Rûsyayê - û heta yên sivîl jî - yên ku ber bi Sûriyê ve difirin, girt. Me ew yek di meha adarê da xwastibû û wan heta meha Nîsanê dem hebû."
Çavuşoglu got ku wî ev biryar gihandiye hevtayê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov û paşê wî jî ew biryar gihandîye Serok Vladîmîr Pûtînî.
Çavuşoglu li ser balafira xwe ya Uruguayê gote rojnamevanên Tirk , "Wan gotin piştî rojek-du rojan û Pûtînî ferman daye ku êdî ew nafirin."
Çavuşoglu destnîşan kir ku qedexe dê bo 3 mehan dewam bike.
Li ser daxuyaniya Tirkiyê ji aliyê Rûsyayê ve çi bersivek yekser nehatîye dayîn.
Rusya ligel Îranê di şerê navxweyî yê Sûrîyê da piştevanekî girîng yê Serokê Sûriyê Beşar El-Esedî ye.
Tirkiye di şerê navxweyî yê Sûrîyê piştgirîyê dide serhildayên Sûrî.
Têkiliyên Enqereyê û Moskowayê ji bo demeke kurt têkçûbûn piştî ku Tirkiyê balafireke şer ya Rûsyayê li nêzîkî sînorê Tirkiye-Sûriyê di sala 2015an de xistibû xwarê.
Tirkiyê Esmanê Xwe ji Balafirên Rûsyayê re Dirige Yên Diçîn Sûriyê
