Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venezuela Rêberên Opozîsyonê Desteser Dike


Reutersê ragihand ku rêberên opozîsyona Venezuela, Leopoldo Lopez û Antonio Ledezma, ji alîyê endamên îstixbaratê vê hatine desteser kirin.

Her du rêberên rikeberîyê, ji 2014'an vir jiber tawana ''sorkirina tundûtujîyê'' di hepsa mal de girtî bûn.

Malbatên rêberên dîyar kirin ku ew nizanin îstixbaratê Lopez û Ledezma birine kû.

Du roj berê, di hilbijartina bo meclîsa damezrîner de Serokê Venezuela Nicolas Maduro bi ser ketibû.

Di protestoyên roja hilbijartinê de bi kêmî ve 10 kes hatibûn kuştin.

Amerîka, piştî hilbijartinê Maduro wek ''dîktator'' bi nav kiribû û dîyar kiribû ewê dijî wî toleyan ragihîne.

XS
SM
MD
LG