Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Opozîsyona Rûsya Jinûve Hat Desteser Kirin


Polîsê Rûsya, rêberê opozîsyonê Alexei Navalny dema diçû protestoya hilbijartinê, ku li ber er di Adarê de li dar keve, desteser kier.

Navlany piştî hat desteser kirin bang li alîgirên xwe kir ku protestoya xwe bidomînin û bi tweetekê da zanîn ku desteserkirina wî ‘’bêmane’’ ye.

Polîs Rûsya bi ser navenda Navlany ya li Moskowê de jî girt û hin xebatkarên wir jî desteser kirin.

Tevî Navalny hat desteser kirin jî li dehan bajarên Rûsyan bi hezaran kes bo protestoya hilbijartinê kom bûn.

Navalny dibêje ku divê hilbijartina meha Adarê were boykot kirin.

Jiber cezaya hepsê ya bo Navaly ew nikare tevlî hilbijartinan bibe.

Vladimir Putin 17 sal in li desthilata Rûsya ye û dê careke din tevlî hilbijartinan bibe.

XS
SM
MD
LG