Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrî Beşdarî Civîna Astana Dibe


Civîna Astana ya Sibata 2017'an
Civîna Astana ya Sibata 2017'an

Reuters’ê ji zarê ajansa nûçeyan ya RIA ragihand ku opozîsyona Sûrî ewê îro beşdarî civîna Astana ya paytaxta Qazaqistanê bibe.

RIA dîyar kir ku agahîya beşdarbûnê dispêre jêderên danûsitandineran, lê çavkanîyeke dîplomatîk ji Reutersê eşkere kir ku şandeya serhildayan hîn negiheştîye salona civîne.

Opozîsyona Sûrî, do Çarşemê beşdarî hevdîtinên aştîyê nebûbû û ji hikûmeta Surîyê xwestibû ku bombebarana li ser herêmên di destên wan de rawestîne.

XS
SM
MD
LG