Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Îranê Daxwaza Encamdana Xwenîşandanê Dike


Xwenîşandana sala 2009 li Tehranê.
Xwenîşandana sala 2009 li Tehranê.

Du rêberên opozisyona Îranê daxwaza encam dana xwenîşandana li roja 12 meha 6 dikin, li salyada helbijartina serokatî ya kêşe-li-ser.

Malpera opozisyonê Sahamnews.com roja Sêşembî ragehand ku serokwezîrê berê Mîr Hûsên Mûsevî û rêberê reformist Mehdî Kerrûbî dawa li gelê Îranê dikin xwenîşandaneka cemawerî bikin.

Wê Malperê ragehand ku opozisyon bizavê dike ji bo wergirtina moleta fermî bo xwenîşandanê.

Piştî eşkera bûna encamên helbijartina serokatî li sala bûrî, bi kêmî ve 80 xwenîşander ji layê hêzên hikûmeta Îranî ve hatin kuştin û bi sedan bizavkar hatin desteser kirin.



XS
SM
MD
LG