Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî Pêşnîyara Malikî Red Dike


Nûrî El Malikî
Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê pêşnîyareke serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî taybet bi alozîyên Sûrîyê red kir.

Di hevpeyvînekê de ligel Radyo Sawa, Mehemed El Sermînî berpirsê ofîsa ragihandina Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê dibêje ku pênîyara Malikî ne li gor qûrbanî û berxwedana gelê Sûrî ye.

Sermînî herwiha got ku hikûmetên Îraq û Îranê bi pere û çek piştgîrîya rejîma serokê Sûrî Beşar El Esed dikin.

Malikî pêşnîyara avakirina hikûmeteke întîqalî dike ligel destpêkirina danûstandinan li navbera hêzên neyarên Sûrîyê serperiştîya welatên Ereb û civaka navneteweyî.
XS
SM
MD
LG