Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlmê 'Oppenheimer' 5 Xelatan li Golden Globe Werdigire


Çêker, derhener, listîkvan û xebatkarên "Oppenheimer" li merasîma Golden Globes,Bewerly Hills, 7 Rêbendan, 2024.
Çêker, derhener, listîkvan û xebatkarên "Oppenheimer" li merasîma Golden Globes,Bewerly Hills, 7 Rêbendan, 2024.

Merasîmên Golden Globe şeva Yekşemê li bajarê Los Angeles yê Kalîfornyayê hatin lidarxistin.

Fîlmê "Oppenheimer," di beşê drama de wekî baştirîn fîlmê sînemayê hate xelatkirin. Fîlmê ku çîroekeke rastîn vedibêje bi 5 xelatan bû fîlmê herî serketî di Golden Globe de.

Golden Globe her sal li Amerîka fîlmên sînema û televîzyonê yên herî başt xelat dike. Ew yek ji festîvalên sînemayî yên herî girîng li seranserê cîhanê ye.

"Oppenheimer" beşekî ji jiyana zanyarê ku bombeya atomî çêkiribû vedibêje. Vî fîlmî xelatên baştirîn akter bo Cillian Murphy û Robert Downey Jr. jî qezenc kir.

Derhêner Christopher Nolan piştî wergirtina xelata baştirîn derhêner ser fîlmê "Oppenheimer".
Derhêner Christopher Nolan piştî wergirtina xelata baştirîn derhêner ser fîlmê "Oppenheimer".

Derhenerê "Oppenheimer" Christopher Nolan xelata baştirîn derhêner wergirt.

Herwiha, muzîka "Oppenheimer" wekî muzîka orjînal ya herî baş di Golden Globe de hat bijartin.

Fîlmê "Poor Things" yê derhêner Yorgos Lanthimos jî di beşê fîlmî komedî yên muzîkal de wek fîlmê herî serketî yê Golden Globe hat bijartin û xelata zêrîn wergirt.

Aktera navdar Emma Stone jî bi performansa xwe ya di fîlmê ""Poor Things" de, di heman beşê de wek lîstikvana herî başt ya jin xelata zêrîn wergirt.

Fîlmê sînemayê "Barbie" jî xelata di beşê Serketina Sînematîk de wek fîlmê herî baş hate bijartin.

Di merasîma 81’an Golden Globe de, ku stêrkê rêzefîlm yê Doctor Who, Jo Koy, pêşkeş kir de di qada televîzyonê de jî wergirên xelatên zêrîn hatin eşkere kirin.

Drama ya Rêzefîlmê "Succession" bi çar xelatan bû rêzefîlmê herî serketî yê Golden Globe. Rêzefîlmên "The Bear" sê û "Beef" jî sê xelat wergirtin.

Zincreya drama ya "Succession" xelata baştirîn dramaya televizyonî wergirt.
Zincreya drama ya "Succession" xelata baştirîn dramaya televizyonî wergirt.

Lily Gladstone, bi rola xwe ya fîlmê “"Killers of the Flower Moon” di beşa dramayê de xelata baştirîn performansa lîstîkvanîyê wergirt. Gladstone bû jina Amerîkî ya resen ya yekê ku ev xelata zêrîn wergirtiye.

Lîstîkvanê di merasîmê de bi zimanê xwe yê zikmakî dest bi axaftina xwe kir û got “ev serketineke dîrokî ye.”

Wergirên xelatên Golden Globe ji alîyê 300 rojnamevanên ku nûnertîya 76 welatan dikin ve hatin bijartin.

Golden Globe ji hêla Komeleya Çapemenîya Biyanî ya Hollywood (HFPA) ve tê lidarxistin. HFPA nûnertîya rojnamevanên navnetewî dike yên ku li Amerîka rewşa sînema û televîzyonê dişopînin.

Merasîma Golden Globes ji 1944’an û vir ve jibo rêzgirtina hunermend û listîkvan, derhener, xebatkarên fîlman û keda wan tê darxistin. Tenê sala borî jiber greva karmendan li Hollywood nehat lidarxistin.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG