Li Muzexaneya Portreyan ya Netewî ya Smithsonian li Washington DC, perde ji ser portreya stêrka Amerîkî Oprah Winfrey ve hate hilanîn.
Wêneya wê ya devliken bi kirasekî binefşî û dirêj dîyar bû.
Ev merasîm di 13ê Berfanbarê li Washingtonê li dar ket.
Oprah ji mêvan û hezkirîyên xwe re got: "Min rengê binefşî li xwe kirîye jiber ku ew reng di jîyana min de girîng bû."
Oprah pir şad bû bi kevala wêneyê xwe ku dema wê perde ji ser hilanî ji hunermendê kevalê Shawn Michael Warren yê ji Chicago re got: "xebateke pir hêja ye.”
Wêneyê Winfrey li hember baxçeyek nimêjê li mala wê ya li California nîşan dide ku şaxek ji dara zeytûnê di destê wê de ye.
Warren got ku wî ji Winfrey xwestîye ku hizir bike ka ew çawa dixwaze jibo nifşên siberojê were nîşandan.
Herwiha Winfrey di vê merasîmê de got ku rola wê di filmê Steven Spielberg 1985 "The Color Purple" de wekî bingehekê ye jibo paşeroja wê bû.
Wê ji 25 salan zêdetir pêşkêşvanîya bernama "The Oprah Winfrey Show" kiriye.
"Oprah's Book Club" alîkarîya wê kir ku sernavên wê yên pêşnîyarkirî bibin baştirîn pirtûkfiroşan.
Wê di sala 2013'an de Madalyaya Azadîyê ya Seroktîyê wergirt.
Muzexaneya Portreyan ya Netewî di daxuyanîyekê de got ku xebatên wê jibo çanda gelîrî û xêrxwazîya wê cihê wê li muzeyê bi dest xist.
Rêvebirê muzexanê Kim Sajet got ku Oprah bi navûdengê xwe re weke mêvandar û hilberînerê 'The Oprah Winfrey Show', jêhatîbûneke bêhempa nîşan da ku bi mirovan re têkildar be û wan bide pêş ku xwe bi alîyên baştir yên di nava xwe de biguherînin."
Kevala portrê bi qasî 7 metran dirêj e. Ewê li qata yekê ya muzexanê were nîşandan.
Jêder: AP