Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Orban û Trump Wê di 8'ê Adarê de li Florîda Bicivin

Medyaya dewletê ya Macaritanê ragihand ku serokwezîrê welêt Vikor Orban wê 8’ê Adarê li Florîda bi Serokê berê yê Amerîka Donald Trump re bicive.

Orban, ku bi gotinên xwe yên netewperwer tê nas kirin, meha borî gotibû ku ew piştgirî dide Trump ku vegere seroktîya Amerîka.

Wî 23’yê Sibatê gotibû ku ew hêvî dike ku serokê niha here, li şûnê Trump were ku destên wî jibo aştîya Ukrayna azad bibin.

Orban dijî dagirkerîya Rûsya piştgirîya çekan ya jibo Ukrayna red kiribû û toleyên dewletên Rojavayî yên dijî Moskowê rexne kiribû.

Wî herwiha jimareke caran jibo şerê li Ukrayna banga agirbestê jî kiribû.

Serokwezîrê ku ji 2010’an vir ve li desthilatê ye, bi taybetî jiber derengxistina pejirandina endamtîya Swêdê ya li NATO bi rêvebirîya Washingtonê re ket girjîyê.

Parlamana Macarisanê endamtîya Swêdê ya li NATO hefteya borî pejirand û divê serokê welêt wê pejirandinê vê hefteyê îmza bike.

Orban dibêje hilbijartinên îsal yên Amerîka û Parlamana Ewrupa jibo konservatîfan girîng in ku sazîyên li Washington û Brukselê ji destê wan "lîberalên dijî şaristanîya Rojavayî" derxinin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG