Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Orban: Divê YE Dest ji Xewna Dewletên Yekbûyî yên Ewrupa Berde


Serokwezîrê Hungarya Viktor Orban îro Pêncşemê got ku divê Yekîtîya Ewrupa (YE) dest ji xewna “Dewletên Yekbûyî yên Ewrupa” berde.

Orban di axaftina yekî ya parlemana nû de, bi zimanekî tund li dijî YE peyîvî û soza parastina nirxên Krîstîyan yên welatê xwe da û dubare kir ku ewê dijî koçberîya neqanûnî şer bike.

“Divê YE dest ji xewna pûç ya Dewletên Yekbûyî yên Ewrupa berde û vegera ser bingeha rastîyê. Wek gava yekê, YE divê nlrîna xwe ya ser koçberîyê biguherîne.”

Orban ku neteweprestekî dijberê koçberî ye, di hilbijartina dawî de, cara sêyan li ser hev hilbijartinan wezenc kir û bo çar salên din Macaristanê bi rê ve bibe.

Hêjayî bîrxistinê ye ku zimanê Orban yê tûj ya hember YE, peywendîyên wî bi rêberên din yên Ewrupî re xistiye rewşeke aloz û krîzeke kûr di navbera Macaristanê û YE de berdewam dike.

XS
SM
MD
LG