Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Orbitz Dibêje Ew Bûye Armanca Êrîşeke Hekiran


Orbitz

Kompanya Orbitz ragihand ku îhtîmal e dora 880,000 jimareyên kreditkardên ku di malpera Orbitz.com de hatine karanîn, ji alîyê êrîşvanên înternetî ve hatibûn dizîn.

Orbitz zelal nekir ku jimareyên ser kredîtkartan birastî ji sîstema wan hatiye standin yan ne, lê daxuyanîya wê got ku heta niha di destê wan de delîlên rasterast tunene.

Kompanya navborî dîyar kir ku hekiran di navbera 1’ê Rêbendanê û 22’yê Hezîranê û di navbera 1’ê Cotmehê û 22’yê Berfanbara sala borî de, xwe gîhandibin agahîyên taybet yên kirîyaran.

Xencî numareyên ser kredîtkartan, herwiha navê kirîyaran. Cîhê wan yê dayikbûnê, jimareyên telefonê, email û pêzanînên din yên şexsî jî hene.

Orbitz da zanîn ku niha malpereke taybet hazir e ku alîkarîya wan kirîyaran bike ku bi wan êrîşan bandor dîtine.

XS
SM
MD
LG